Hikûmeta Herêma Kurdistanê dengoya şandina çekan bi riya Herêmê bo Îranê derewand

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva hejmarek ji malperên Îranê da.

20 Mijdar 2022 - 06:54
20 Mijdar 2022 - 06:54
 0
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dengoya şandina çekan bi riya Herêmê bo Îranê derewand

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva hejmarek ji malperên Îranê dide û radigihîne, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nedaye û rê nade jî ku asayîşa welatên cîran bi rêya Herêmê têk biçe û nûçeyên bi vî rengî dûrî rastiyê ne.”

Deqa daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Çend malperên nûçeyan ên Îranê belav kirin ku John Bolton ê niha ti posteke wî ya fermî li Amerîkayê nîne, îdia kiriye ku çek bi rêya bi rêya qaçax ji Herêma Kurdistanê bo Komara Îslamî ya Îranê tên şandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê raporta bêbingeh a ku çendîn car hatiye dubarekirin, red dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nedaye û rê nade jî ku asayîşa welatên cîran bi rêya Herêmê têk biçe û nûçeyên bi vî rengî dûrî rastiyê ne.

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:11:40