Hikûmeta Şamê berpirsekî nû ji bo Kobaniyê destnîşan kir
Parêzgariya Helebê kesek wekî berpirsê herêma Kobaniyê destnîşan kir.

Parêzgariya Helebê roja sêşemê ragihand ku di çarçoveya temamkirina destnîşankirinên birêvebiriyê yên li navçeyên parêzgehê de, Îbrahîm Muslim wekî berpirsê herêma Kobaniyê ya li gundewarê rojhilatê Helebê hatiye tayînkirin.
Parêzgariyê bi rêya hesabên xwe yên fermî da zanîn ku Îbrahîm Muslim sala 1982yan li Helebê ji dayîk bûye.
Wî sala 2005an ji Zanîngeha Helebê beşa Lêkolînên Felsefî û Civakî bawernameya lîsansê wergirtiye.
Her wiha hat eşkerekirin ku Îbrahîm Muslim sala 2025an ji Zanîngeha Zehrayê di warê rêbazên mamostetiyê de master kiriye.
Ew ji sala 2005an ve di sektora perwerdehiyê de dixebite û di navbera salên 2020 û 2025an de wekî Birêvebirê Perwerde û Fêrkirinê yê Cerablus û gundewarên wê kar kiriye.
"Agahiyên me li ser wî kesî nînin"
Li ser vê mijarê, Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi Hevserokê Meclisa Kantona Firatê re danî.
Wî ji Rûdawê re got, "Ti agahiyên me li ser vî kesî nînin û em ji aliyê xwe ve mijarê dişopînin."
Pêvajoya yekxistina hêzên ewlehiyê
Dawiya meha borî, şandeyekê ji Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Helebê çûbû bajarê Kobaniyê.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihandibû ku ew ziyaret di çarçoveya "temamkirina pêvajoya yekxistina hêzên ewlehiya navxwe yên li herêma Kobaniyê bû.
Di wê serdanê de, avahiya Birêvebiriya Ewlehiya Navxwe û hinek navendên polîsan ên girêdayî wê hatibûn dewrgirtin.
Wezaretê piştrast kiribû ku Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Helebê avahiya birêvebiriyê ya li Kobaniyê bi awayekî fermî wergirtiye û yekser li navendê dest bi erkên xwe kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 12:57:07






































































































































































