Hılbıjartınên Îraqê: Gelê Îraq û Herêma Kurdistanê diçe ser sindoqan
Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.
Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, hejmara giştî ya dengderên xwedî kartên biyometrîk 21 milyon û 404 hezar û 291 e.
Dengdana giştî dê li 8 hezar û 703 navendan li 39 hezar û 285 sindoqan bê kirin.
Ji sedî 14,3yê dengderên Îraqê li Herêma Kurdistanê ne
Mafên dengdanê yê 20 milyon û 90 hezar û 311 dengderan heye û ji sedî 14,3yê wan li Herêma Kurdistanê ne.
Li sê bazneyên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Dihok, Silêmanî) bi giştî 3 milyon û 68 hezar û 411 dengder tomarkirî ne.
Li seranserê Îraqê, herî zêde dengder bi 4 milyon û 314 hezar û 866 kesan li Bexdayê ne û herî kêm jî bi 510 hezar û 867 kesan li parêzgeha Musenayê ne.
Di hilbijartinan de, ji bilî 39 hezar sindoqan, dê çar sindoqên taybet (VIP) jî bên danîn.
Yek ji wan li Hewlêrê û sêyên din jî dê li Bexdayê bin.
Hemû navendên hilbijartinê dê bi zêdetirî 100 hezar kamerayên ewlehiyê bên şopandin.
Di dengdana taybet de beşdarî zêde bû
Pêr di dengdana taybet a ku ji bo hêzên ewlehiyê û koçberan hatibû lidarxistin de, rêjeya beşdariyê li seranserê Îraqê ji sedî 84 û li Herêma Kurdistanê jî ji sedî 98 hatibû ragihandin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ragihandibû ku dê piştî girtina sindoqan bi 24 saetan encamên hilbijartinê eşkere bike.
Nûvekirina herî dawî: 12:39:12




































































































































































