Nêçîrvan Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê bi hêz li Bexdayê be

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li navendeke taybet a li Hewlêrê dengê xwe da û ragihand, "Ev hilbijartin yek ji hilbijartinên herî girîng ên Îraqê ye. Divê Herêma Kurdistanê bi hêz li Bexdayê be.”

11 Mijdar 2025 - 10:32
11 Mijdar 2025 - 10:32
 0
Nêçîrvan Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê bi hêz li Bexdayê be

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî vebûna navendên dengdanê, li gel her du kurên xwe li navendeke taybet a li Otela Rotanayê ya Hewlêrê dengê xwe da.

Nêçîrvan Barzanî piştî dengdanê ji rojnamegeran re axivî û got, "Girîng e ku welatiyên Herêma Kurdistanê di vê rojê de erkê xwe bi cih bînin û berê xwe bidin sindoqên dengdanê."

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku qonaxa yekem a dengdanê (dengdana taybet) bi aramî hat kirin û ji bo tedbîr û hewlên wan spasiya hemû hêzên ewlehiyê û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir.

Wî hêvî xwest ku jiyaneke baştir û xizmetguzariyên hêjatir ji xelkê re bêne pêşkêşkirin û got:

“Divê hemû pêkhate di çarçoveya Îraqê de bigihîjin hemû maf û destkeftiyên xwe.”

“Pêwîst e destûr bi garantor”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser girîngiya hilbijartinê jî got:

"Ji bo me, girîngiya vê hilbijartinê ew e ku em bawer dikin ku destpêkeke nû di qonaxa destûrî ya Îraqê de dest pê kiriye.

Pêwîst e destûr ji bo hemû xelkê Îraqê bibe garantorê aramiyê.

Karê herî girîng piştî vê hilbijartinê ew e ku hewleke cidî were dayîn ji bo bicihkirina destûra Îraqê.

Em hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe destpêkeke nû ji bo Îraqeke federal û demokratîk.

Divê Herêma Kurdistanê bi awayekî gelekî bihêz li Bexdayê be."

“Em gotûbêjan bi ti kesî re red nakin”

Nêçîrvan Barzanî  li ser pêwendiyên navxweyî û pêkanîna hikûmetê jî got, ew gotûbêjan bi ti kesî re red nakin û tekez kir ku piştî hilbijartinan dê careke din ji bo çareserkirina pirsgirêkan û avakirina hikûmetê bi aliyên din re rûnên.

Nêçîrvan Barzanî derbarê gotûbêjên ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê jî got, "Piştî hilbijartinê em dê gera nû ya gotûbêjan ji bo avakirina hikûmetê ji nû ve dest pê bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 5 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:42:52