Omer Çelîk: Divê hemû pêkhateyên PKKyê çekan deynin
Berdevkê Partiyê Omer Çelîk li ser pêvajoya çareseriyê got, "Hedefa me ew e ku PKK bi hemû pêkhate, şax û avaniyên xwe yên neyasayî ve bê fesixkirin û çekan deyne.

Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) doh bi serokatiya Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Çelîk piştî bi dawîbûna civînê di konferansa rojnamegeriyê de axivî.
Omer Çelîk diyar kir ku pêvajoya çareseriyê yek ji rojevên herî girîng ên civîna MYKyê bû.
Berdevkê AK Partiyê da zanîn ku Serokkomar Erdogan di axaftina xwe ya destpêkê de teqezî li ser hestiyariya vê mijarê kiriye û gotiye "Tifaqa Cumhur ji bo gihîştina van armancan bi yekîtî û hevgirtinê bipêşve diçe."
Omer Çelîk her wiha got, "Hedefa fesixkirina PKKyê û danîna çekan, bi hemû pêkhate, şax û avaniyên wê yên neyasayî ve, li gorî nexşerê û demeke diyarkirî berdewam dike.
Derbarê vê yekê de em û saziyên dewletê xebatên xwe didomînin."
Berdevkê AK Partiyê her wiha got ku di nav partiyê de mekanîzmayek heye ku bi rêkûpêk li ser vê mijarê dicive.
“Divê hemû pêkhateyên PKKyê çekan deynin”
Omer Çelîk pirsên rojnamevanan jî bersivandin û destnîşan kir ku mekanîzmaya piştrastkirinê ya ku ji aliyê artêşa Tirkiye û Saziya Îstixbaratê (MÎT) ve hatiye avakirin, geşedanên li ser erdê ji nêz ve dişopîne.
Çelîk teqezî li ser wê yekê kir ku ne tenê baskê çekdarî lê divê torên fînansman û hevrêziyê yên rêxistinê jî bên hilweşandin.
"Serokkomar dê biryarê li ser bide"
Berpirsê AK Partiyê amaje bi pêvavoya çekdanîna PKKyê jî kir û wiha pê de çû:
"Divê rêxistin bi hemû şaxên xwe yên li Îraq, Îran û Sûriyeyê û hemû pêkhateyên xwe ve çekan deyne.
Her wiha pêwîst e baskê neyasayî yê ku wekî 'Avaniya KCKyê' tê binavkirin û aliyê fînansmanê yê PKKyê pêk tîne jî bê tasfiyekirin.
Dema TSK û MÎTê got 'em vê yekê piştrast dikin', eger hat piştrastkirin ku fesixkirin û danîna çekan bi dawî bûye, gelo dê ev yek bi biryara hikûmetê be yan bi biryara Encûmena Asayîşa Niştimanî (MGK) be, ew dê li gorî mekanîzmaya ku di bin biryara Birêz Serokomarê me de bê avakirin biryar li ser bê dayîn.
Di encamê de, mekanîzmaya piştrastkirinê ya TSK û MÎTê rewşa li ser erdê dişopîne, ango pêvajoya danîna çekan bi rastî çawa dimeşe?
Nexşerê û dema me ya diyarkirî heye. Min gotibû ku nexşerêya me dixebite, em wextê xwe jî bi vî rengî dişopînin. Em heftê 1-2 caran li ser vê mijarê dicivin."
Omer Çelîk di dawiyê de anî zimên ku ev mekanîzmaya piştrastkirinê ne tenê ji bo PKKyê lê dibe ku di paşerojê de ji bo rêxistinên din jî bê bikaranîn.
Nûvekirina herî dawî: 12:46:44





































































































































































