HSD: Çekdarên hikûmeta Şamê li Dêrezorê êrişî me kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên komên girêdayî hikûmeta Şamê li gundewarê Dêrezorê êrişî xalên wan kiriye.

13 Çile 2026 - 10:46
13 Çile 2026 - 10:46
 0
HSD: Çekdarên hikûmeta Şamê li Dêrezorê êrişî me kir

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş şeva borî demjimêr 11:25an li bajarokê Ebû Hemamê yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê pêk hatiye.

"Ji aliyê din ê Feratê ve êriş kirin"

Li gorî daxuyaniyê, çekdaran ji aliyê din ê Çemê Feratê ve bi çekên otomatîk gule li xalên HSDyê barandine.

HSDyê destnîşan kir ku di êrişê de ti ziyanên canî di nava hêzên wan de çênebûne.

"Hêzên me bersiv da"

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şervanên HSDyê yekser bersiva çavkaniyên êrişê daye û wiha hat gotin:

"Hêzên me ji bo misogerkirina ewlehiya xalan û parastina herêmê hemû tedbîrên pêwîst girtin."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ev daxuyanî da:

“Doh bi şev demjimêr 11:25an, çekdarên komên hikûmeta Şamê ji aliyê din ê Çemê Feratê ve bi çekên otomatîk êrişî xalên hêzên me yên li bajarokê Ebû Hemamê yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir û di nava hêzên me de ti ziyanên canî çênebûn.

Hêzên me yekser bersiv da çavkaniyên êrişê û ji bo misogerkirina ewlehiya xalan û parastina herêmê hemû tedbîrên pêwîst girtin.”

Tê gotin ku hikûmeta demkî ya Şamê ya piştî êrişa li ser taxên Kurdan ên li Helebê çekên giran û gelek çekdaran dişîne aliyê Dêr Hafirê.

 

Ev nûçe bi tevahî 46 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:47:40