PSK: Divê Tirkiye siyaseta xwe ya dijî Kurdan biterikîne
Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di civîna xwe ya 11ê Kanûna Paşîn a 2026an de pêşketinên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand û nexşerêyek ji bo serdema paşerojê destnîşan kir.

PSKyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser geşedanên dawî û diyar kir ku pergala dijî Kurdan a ku beriya 100 salî li Rojhilata Navîn hatiye damezrandin gihîştiye xaleke nedomdar.
PSKyê destnîşan kir ku rejîmên nijadperest û înkarker ji bo parastina hebûna xwe serî li her cure tundûtûjî, zilm û komkujiyan didin.
"Em komkujiya li ser Kurdên Helebê şermezar dikin"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî rûxîna rejîma Beasê ya li Sûriyeyê, bermahiyên DAIŞê û hêzên cîhadîst ên ku Şamê kontrol dikin, piştî komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan ên sala par, niha jî serî li rêbazên hovane yên li dijî Kurdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dane.
PSKyê ragihand ku di êrişên bi çekên giran, top û tankan de bi sedan sivîl, jin û zarok li taxên Kurdan hatine qirkirin.
Hat diyarkirin ku zêdetirî 200 hezar Kurd ji cih û warên xwe hatine derxistin û neçar mane birevin.
PSKyê ev yek wekî "jenosîdeke rastîn û sûcekî li dijî mirovahiyê" pênase kir û êriş bi tundî şermezar kirin.
PSKê her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir û diyar kir ku Tirkiyeyê bi polîtîkayên xwe rejîma cîhadîst a li Şamê teşvîq û cesaret kiriye da ku êrişî Kurdên sivîl bike.
Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku bêyî avakirina pergaleke federal a piralî û demokratîk, aştî û aramî li Sûriyeyê pêk nayê.
"Daxwaza azadiyê ya gelên Îranê rewa ye"
PSKyê bal kişand ser aloziyên li Îranê û piştgiriya xwe ji bo xwenîşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diyar kir.
Hat gotin ku rejîm bi komkujî û darvekirinan bersivê dide daxwazên gel.
Li gorî daxuyaniyê, di serhildanan de hejmara sivîlên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin nêzîkî hezarî ye û bi deh hezaran kes jî hatine girtin.
"Divê Tirkiye siyaseta xwe ya dijî Kurdan biterikîne"
PSKyê derbarê rewşa Tirkiyeyê de diyar kir ku têgihîştina tundûtûjiyê ya li ser bingeha dijberiya Kurdan hîn jî didome.
Hat destnîşankirin ku pêvajoya çekdanîna PKKyê ne diyar e û ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan gavên demokratîk ên herî kêm jî nayên avêtin.
PSKyê destnîşan kir ku siyaseta înkar û tundûtûjiyê bingeha hemû krîzên aborî, siyasî û civakî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tundûtûjî û şerxwazî Tirkiye xistiye nav krîzeke aborî ya bêhempa û teqawîdbûyî, kêmendam û kesên ku meaşê herî kêm distînin nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin.
Gefên madeyên hişber
PSKyê her wiha bal kişand ser zêdebûna bikaranîna madeyên hişber li Tirkiye û Kurdistanê û ev yek wekî "komkujiyeke li dijî gel" bi nav kir.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û cîhana akademîk kir ku li dijî vê gefê helwesteke hevpar bigirin.
Yekîtiya neteweyî
PSKyê tekez kir ku pêşketinên herêmî çareseriya Pirsgirêka Kurdan xistiye rojevê û çarenûsa çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye.
PSKyê amadehiya xwe diyar kir ku ji bo yekîtiyê roleke avaker û berpirsiyar bigire ser xwe û vê yekê wekî erkeke neteweyî dibîne.
Nûvekirina herî dawî: 11:46:02







































































































































































