Koşka Sipî: Hemû bijarde li dijî Îranê li ser maseyê ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund da hemû welatên ku bi Îranê re têkiliyên bazirganî danîne û ragihand, ew ê li ser wan welatan ji sedî 25 baca gumrikê ferz bike. Hevdem, Fransayê jî ragihand ku wan beşek ji dîplomatên xwe ji Tehranê vekişandine.

13 Çile 2026 - 10:49
13 Çile 2026 - 10:49
 0
Koşka Sipî: Hemû bijarde li dijî Îranê li ser maseyê ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hejmara xwe ya tora civakî "Truth Social" daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wî biryareke yekalî û bibandor daye. Trump destnîşan kir, ev biryar rasterast çavkaniyên dahata Îranê dike armanc û got: "Ji niha pê ve, kîjan welat bi Komara Îslamî ya Îranê re bazirganiyê bike, em ê rasterast %25 baca gumrikê bi ser de bisepînin."

Tê payîn ku ev biryara Trump bandoreke mezin li ser Iraqê bike. Ji ber ku hikûmeta federal a Iraqê di asteke berfireh de bazirganiyê bi Îranê re dike, bi taybetî ji bo hilberîna elektrîkê bi giranî gaza şil ji Îranê hawerde dike. Ev baca nû dikare aboriya Iraqê bixe bin barekî giran.

"Bijardeyeke leşkerî li ser maseyê ye"

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt, derbarê aloziya bi Îranê re ragihand, Serok Trump ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwaza rêyên dîplomatîk dike, lê belê hemû bijardeyên din jî amade ne. 

Leavitt wiha got: "Derbarê rewşa navxweyî ya Îranê de, hemû bijarde li pêşiya Serok Trump vekirî ne, di nav de bijardeyeke leşkerî jî heye. Lê ji bo me her tim dîplomasî di rêza yekem de ye. Tiştê ku berpirsên Îranê di medyayê de dibêjin û tiştê ku di dizî de dibêjin cuda ne. Serok Trump di girtina biryaran de dudil nabe, ji ber ku kes wekî wî Îranê nas nake."

Fransa dîplomatên xwe vekişandin

Ji ber xwenîşandanên navxweyî û aloziyên li Îranê, Fransayê gavên ewlehiyê avêtin. Çavkaniyeke bilind ji Wezareta Derve ya Fransayê ji ajansa AFP re eşkere kir ku wan dîplomatên xwe yên "ne bingehîn" ji Balyozxaneya Tehranê vekişandine û birine welatekî din. Hat diyarkirin ku ev vekişîn di rojên Yekşem û Duşemê de pêk hatiye.

Bang li welatiyên Amerîkayê hat kirin: Ji Îranê derkevin

Ji aliyê din ve, rêveberiya Trump bang li hemû welatiyên Amerîkayê yên li Îranê kir ku "demildest" wî welatî bicih bihêlin. Di hişyariyê de hat gotin ku ji bo ewlehiya xwe, welatî bi rêyên bejayî û bi pasaportên Îranî (ji bo kesên xwedî du hemwelatî ne) derkevin, da ku nebin armanca tûndûtîjiyê.

Ev pêşhat di demekê de tên ku di sê hefteyên borî de Trump gelek caran hişyarî dabû rayedarên Îranê ku li dijî xwenîşanderan tûndûtîjiyê bikar neynin. Trump duh 12ê Çileyê jî gotibû ku Îranê daxwaza danûstandinan kiriye û ew ê di nêz de bicivin.

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:52:22