HSD: Entegrasyona leşkerî di çarçoveya diyalogeke fermî de hat nîqaşkirin
ermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rayedarên hikumeta Şamê di civîneke fermî de, dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî û çawaniya yekkirina şiyanên berevaniyê gotûbêj kirin. Her du aliyan li ser berdewamkirina hevdîtinan li hev kir heta ku digihîjin encameke dawî û berfireh.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir, fermandarên wan di çarçoveya diyalogeke fermî de, li gel rayedarên hikumeta Şamê rûniştine. Hate ragihandin ku her du aliyan li ser berdewamkirina civînan li hev kiriye da ku nîqaşên li ser mijarên leşkerî bigihîjin encameke dawî.
Şandeya HSD’ê ku ji Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk dihat, duh 4’ê Çileyê li Şamê bi rayedarên hikumeta Şamê civiyabû û mijara sereke "entegrasyona (yekbûna) leşkerî" û şêwazê rêxistinkirina hêzên çekdar di bin sîwana dewletê de bû.
Ferhad Şamî: 'Guh nedin gotegotan'
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD’ê Ferhad Şamî di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan destnîşan kiribû, nîqaşên li ser çawaniya rêxistinkirina hêzan berdewam in. Şamî herwiha hişyarî da ku hemû agahiyên ku li dervayî ragihandina fermî di medya û torên civakî de têne belavkirin, rastiyê nîşan nadin.
Şamî tekez kir ku hûrgulî û encamên van şêwiran tenê piştî temambûna proseyê dê bi awayekî fermî bi raya giştî re werin parvekirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:30:02