Serok Barzanî cejna Qewiltas li Kakayiyan pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qewiltas a Kakayiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir û hêvî xwest ku Kurdistana pir-reng her dem bibe welatê aramî û pêkvejiyanê.
Serok Mesûd Barzanî roja Şemiyê 3yê Çileya 2026an, peyameke pîrozbahiyê arasteyî civaka Kakayî ya li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir. Serok Barzanî di peyama xwe de giringî da mîrata çandî û dînî ya Kakayiyan û serkeftina çanda wekheviyê bilind nirxand.
Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin:
"Bi boneya hatina cejna Qewiltas a Kakayiyan, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ arasteyî xwişk û birayên Kakayî yên li Kurdistan, Iraq û li seranserê cîhanê dikim.
Kurdistan welatê tebayî, biratî û pêkvejiyanê ye. Ez hêvîdar im ku xwişk û birayên Kakayî û hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê, her dem cejn û rojên xwe yên xweş di bin sîbera aramî û asûdeyiyê de pîroz bikin. Bimînin di xêr û xweşiyê de."
Cejna Qewiltas, wekî yek ji cejnên herî giring û pîroz ên pêkhateya Kakayî (Yarsan) tê hejmartin ku piştî sê rojên rojiyê tê pîrozkirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:29:32