HSD: Tirkiya ti niyaza rawestandina şerî nîne

Berpirsê navenda ragehandina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, Tirkiya ti niyaza rawestandina şerî nîne.

31 Cotmeh 2019 - 03:35
31 Cotmeh 2019 - 03:35
 0
HSD: Tirkiya ti niyaza rawestandina şerî nîne

Mustefa Balî, berpirsê navenda ragehandina HSDyê ragehand, rêkeftina rawestandina şer pêk tê ji vekşana HSDyê û rawestandina êrîşên Tirkiyê, lê weha dîyare Tirkiya ti niyaza rawestandina şerî nîne. Li gor gotina wî bajarokê Dirbêsîyê û Tel Temir ji alîyê Tirkiyê hevrûşî êrîşên tund dibin û gundên ku HSDyê radestê rijîma Sûriya jî kirîne; ew jî hevrûşî êrîşan dibin.

Got jî: Emerîka û Rûsiya berpirisn ji xwînrjandin û awarebûna xelkê sivîl yên niha ji Tel Temrê direvin.

Ji alîyeke din Rewnageha Sûriya ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku artêşa Sûriyê ji bajarokê Tel Temir vekişîya û gerên çavdêrîyên Rûsyayê hatin paşxistin. Li gor Rewangehê jî, ew vekşandin ji bo wê yekê ye givaşê bixe ser HSDyê daku mercên hikumeta Sûriya û Rûsiya qebûl bike.

Ev nûçe bi tevahî 1714 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:55:20