Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

31 Cotmeh 2019 - 03:56
31 Cotmeh 2019 - 03:56
 0
Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Çavkaniyekî taybet ji nav Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku teqîn îro sere sibê bi rêya otomobîleke bombekirî û li Qada Kawayê Hesinkar a bajarê Efrînê çê bûye.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 9 kes hatine kuştin û 30 kes birîndar jî hene.

Ji ber teqînê zirareke mezin gihîştiye cihên derdorê û agireke mezin li cihê teqînê çê bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1322 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:23:49