ÎHD: Firotina cilên bi Torosa Spî rewakirina tawanê ye
Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertekeke tund nîşanî firotina tîşortekî bi wêneyê "Torosa Spî" da û ragihand ku ev yek "pesindana tawan û tawanbaran e".

ÎHDyê bang kir ku derbarê vê yekê de demildest lêpirsîn were destpêkirin.
"Sembola kuştinên salên 1990î"
ÎHDyê îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku "Torosa Spî" nabe ku bibe malzemeyeke bazirganiyê ku wekî sembola kuştinên kiryarnediyar ên salên 1990î tê zanîn.
Komeleyê ev yek wekî rewakirin û pesindana tawanên li dijî mirovahiyê nirxand.
“Van tîşortan rakin û lêborînê bixwazin”
ÎHDyê di daxuyaniya xwe de bangî platforma firotanê ya online Trendyolê kir ku demildest wan tîşortan ji firotanê rake, ji raya giştî û malbatên qurbaniyan lêborînê bixwaze û ji bo ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin, mekanîzmayeke kontrolê ava bike.
Li ser medyaya civakî bertekên tund
Platforma e-bazirganiyê Trendyolê, di bin navê "Otuken Online"yê de tîşortekî ku wêneyê "Torosa Spî" li ser e, xistibû firotanê.
Ev yek li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnên mezin hatibû û bikarhêneran bi etîketa #TrendyolBoykot banga boykotkirina platformê û rakirina berhemê kiribûn.
Nûvekirina herî dawî: 13:14:04