HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê 3 şervan û 4 endamên ewlehiyê birîndar kirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê êriş û binpêkirinên xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde dikin.

Navenda Ragihandinê HSDyê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku "çekdarên hikûmeta Şamê" êriş û binpêkirinên xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê didomînin.
HSDyê eşkere kir ku ew çekdar şervanên HSDyê û xelkê sivîl dikin armanc da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bidin.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku îro di saetên serê sibehê de, hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi dronan êrişî "otomobîleke leşkerî ya li derdora Dêr Hafirê" ya li rojhilatê Helebê kir.
HSDyê da zanîn ku di encamê de 3 şervanên wê bi sivikî birîndar bûn.
Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wisa hat gotin, "Êvarê jî, droneke wan êrişî dewriyeke Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir ku di dema parastina sivîlan de bû.
Di encamê de çar endamên ewlehiyê birîndar bûn."
HSDyê di daxuyaniya xwe de her wiha amaje bi wê yekê kir ku taxên niştecihbûnê yên li wê herêmê rastî topbaraneke bêserûber hatine.
Li gorî gotina HSDyê ev êriş gefa rasterast e li ser jiyana sivîlan û armanca van êrişan jî belavkirina tirsê ye ye di nav xelkê herêmê de.
HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku çekdarên hikûmeta Şamê di 20ê Îlona borî de li Dêr Hafirê komkujiyek pêk anîbûn.
HSDyê got, "Di encama topbarana wan a bêserûber a li ser malên xelkê de, heşt sivîlan canê xwe ji dest dabû ku jin û zarok jî di nav wan de bûn.
Ev êrişên dubare bi awayekî eşkere hewldana çekdarên hikûmeta Şamê ya ji bo afirandina kaos û têkdana aramiya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin.
Nûvekirina herî dawî: 13:13:03