Îranê baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê bombebaran kir
Baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirde ji aliyê Îranê ve hat bombekirin.
22 Mijdar 2022 - 10:44
22 Mijdar 2022 - 10:44
0

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê Xelîl Nadirî K24ê re ragihand, Îranê bi êrîşî baregeha wan a li navçeya Pirdê ya ser bi Kerkûkê ve kir.
Diyar kir jî, ji ber ku wan pêştir ew baregeh vala kiribû, ti ziyanên canî di encama êrîşê de nebûn.
Xelîl Nadirî bang li civaka navdewletî jî kir, rê li ber êrîşên Supaya Pasdarên Îranê bigirin.
Kaynak:
K24Etîketan:
Ev nûçe bi tevahî 564 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:41:32
Nûvekirina herî dawî: 02:41:32