Ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê da.

13 Îlon 2023 - 07:54
13 Îlon 2023 - 07:54
 0
Ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî

Pileya germahiyê jî dadikeve biniya asta asayî ya demsalê.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî pêşbîniyan, îro dê li parêzgehên Amed, Agirî, Îdir, Wan, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê barana gur bibare.

Herwiha li bajarê Artvîn û devera Deryaya Reş yên Tirkiyeyê jî baran dibare.

Saziya Keşnasiyê hişyarî da welatiyên ku li wan bajaran dijîn, da ku ji bo egera lehî, ba, bahoz û pirsgirêkên trafîkê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergrin.

Li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî dê pileya germê di asta demsalê de be.

Ev nûçe bi tevahî 848 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:00