Ji Brîtanyayê bo biryara Kurdistanê piştgirî!

Piştî daxûyaniya Netewên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) Îngîltereyê jî bi fermî piştgirî da biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

16 Mijdar 2017 - 03:37
16 Mijdar 2017 - 03:37
 0
Ji Brîtanyayê bo biryara Kurdistanê piştgirî!

Îngîltereyê di daxuyaniyekê de ragihand ku London pêşwazî li daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku têde pêşwazî li biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê kiriye ku amaje bi madeya yek a Destûra Iraqê dike. Hikûmeta Îngîltereyê diyar kir ku ew piştgiriya iraqeke demokrat, yekgirtî û bi îstiqrar dikin.

Herêma Kurdistanê di daxûyaniyeke xwe de helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihandibû ku em rêzê li biryarê digirin û pêwîst e ev yek bibe bingehek bo destpêkirina diyalogeke niştimanî û piralî bo çareserkirina nakokiyan.

Herwiha Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî dan helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Ev nûçe bi tevahî 1434 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:26:49