Ji Dadgeha Iraqê daxuyaniya Referandûmê ya nû!
Ji Dadgeha federalî ya Iraqê di derbarê Referandûmê de daxûyandin ku,destûra Iraqê tu mafek cuda bûnê nade pêkhateyên navxweyî.

Berdevkê Dadgeha Federal Îyas Samûk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: "Madeya yekemîn û madeyên din ên destûra bingehîn, parastina yekîtiya Iraqê nîşan didin. Herwiha madeya 109 jî berbirsiyariya parastina vê yekîtiyê dixe ser milên rêveberiyên federal ên li herêmê."
Samûk wiha got: "Dadgeha Federal ev made nîşan da û biryar da ku di destûrê de maddeyeke ku mafê cudabûnê bide pêkhateyan tuneye."
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bi hêceta ku li dijî destûra bingehîn a Iraqê ye serî li Dadgeha Federal a Iraqê dabû.
Dadgeha Federalî derbarê birêveçûna referanduma Kurdistanê de bersiva Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî dabû û ragihand: “Em nikarin bêjin referandum ne destûrî ye, ji ber ku nerîna aliyê beramber nehatiye wergirtin.”
Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25'ê Îlonê de referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk anîbû û di referandûmê de jî sedî 93ê dengê ‘Erê' derketibû. Piştî pêkanîna referandûmê di seride Tirkiye, Îran, İraq û gelek welatan bertek dabûn.
Nûvekirina herî dawî: 21:08:57