Ji rayedarê YNK'yî mûkira Xûrmatû

Berpirsê melbenda 16 ya Hemrîn a YNK li Xurmatû Mela Kerîm Şukir, ji Kurdistan24ê re got: "Di 16ê Cotmeha derbasbûyî de, min biryara kişandina hêzên Pêşmerge li Xurmatû da û ez amade me berpirsatiyê hilbigirim li ser xwe."

6 Mijdar 2017 - 07:08
6 Mijdar 2017 - 07:08
 0
Ji rayedarê YNK'yî mûkira Xûrmatû

Mela Kerîm tekez kir ku Xurmatû hatiye qirkirin û ji roja 16'ê Cotmehê ve tenê ji Xurmatû 8 hezar malbat mişext bûne û niha li nav bajarên din yên Herêma Kurdistanê di rewşeke xirab de dijîn.

Mela kerîm di berdevama axaftina xwe de destnîşan kir ku, "fermana paşde kişandinê min daye Pêşmerge û min ji Pêşmerge xwestiye ku li Xûrmatû derbikevin. Di vî mijarê de ez amademe ku hemû berpirsiyariyê bikşînim li ser xwe."

Ev nûçe bi tevahî 1368 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:53:54