QSD'ê û ASA'yê term û hêsîrên xwe guhertin

Hat ragihandin ku Quwetên Sûriya Demokratîk û Artêşa Sûriya Azad (ASA) dilgirtî û termên xwe guhertin.

6 Mijdar 2017 - 07:32
6 Mijdar 2017 - 07:32
 0
QSD'ê û ASA'yê term û hêsîrên xwe guhertin

Berpirsê pêwendiyên derve yê Artêşa Azad Se'ed Tîba ji ajanseke opozisyona Sûryê re got: "Quwetên Sûrya Demokrat beramberî dîlekî xwe, serkirdeyekî me li gel 10 termên şervanên Artêşa Azad radestî me kirin."

Li gorî wî serkirdeyê opozisyonê, ew dîl û kuştî di şerê gundê Ên Deqna de ketbûn di destê QSDê de.

Berî niha jî Artêşa Azad ragihandibû, ku danustandin di navbera wan û QSDê de hene ji bo radestkirina dîlan û terman, lê >HSD hîn ti zanyarî li ser wê yekê belav nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 2268 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:52:09