Ji dîplomatên Amerîkî jibo Kurdistan bangewazî

Çar endamên diyar ên Kongreya Amerîka bi nameyekê daxwaz li wezîrê derve yê Amerîka kirin, di demeke herî zû de navbeynkarî bê kirin û şer di navbera hêzên çekdarên Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rawestînin.

21 Cotmeh 2017 - 03:57
21 Cotmeh 2017 - 03:57
 0
Ji dîplomatên Amerîkî jibo Kurdistan bangewazî

Endamên kongreya Amerîka Ralph Abraham, Jared Polis, Marsha Blackburn û Mike Gallagher nameyek îmza kirin û di nameyê de hat gotin: ‘’Em gelek nîgeranin ji êrîşên hikûmeta Iraqê yên bi rêya milîsên erebên şîe yên ser bi Îranê, ku dijî navçeyên Kurdistanê pêktînin.

Endamên kongreya Amerîka daxwaz ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson dikin, bilez het tiştekî pêwîst be, bê bikaranîn bo rêgirtina li êrîşên dijminane û çareseriyek dîplomatîk bê dîtin bo pirsgirêkê.

Di berdewama nameyê de hat gotin, berdewama êrîşên hikûmeta Iraqê bo ser herêma Kurdistanê, dibe sedemê helmetên leşkerî yên dijî çekdarên DAIŞê dûrketinê û bi awayek xelet bikaranîna ew çekên Amerîka.

Herwaha gotin: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê hevbeşên giring ên Amerîka yên li dijî DAIŞê ne û pêwîste hemû aliyek girêdayî be bi tinekirina terorê.’’

Ev nûçe bi tevahî 1402 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:31:23