Serok Barzanî: Komkujî ya Xûrmatû bi tu şeklê nayê qebûlkirin
Serok Mesûd Barzanî, duh bajarê Selahadîn ligel serokomarê Iraqê Fûad Masûm civiya.

Serok Mesûd Barzanî, di dema civîna wî li gel serokê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand; "Pêwîst e gotûbêj û danûstandineke hevseng û bêmerc hebe û dûr be ji zimanê xwesepandinê. Herweha pêwîst e hikûmeta Iraq dest ji wan kiryarên xwe yên nerewa berde ku li Kerkûk û navçeyên din beramberî gelê Kurdistan dike, bi taybet ew cînosayda li Xurmatû destpê kiriye, divê bilez bê rawestandin û got: "Ew cînosayd bi ti awayî nayê qebûlkirin û em li ser wê yekê bê deng namînin."
Îro Çarşemê li Selaheddîn, Serok Barzanî pêşwaziya serokê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm û şanda li gel wî kir.
Di civînê de, dawîn pişveçûnên siyasî li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê hatin behskirin û herdu alî hevdeng bûn, ku tevahiya kêşeyan bi riyên aştîyane û diyalogê tên çarekirin.
Her di civînê de serokê Iraqê behsa bizavên xwe ji bo çarekirina kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir, bi awayekî ku destûr wek sîwanekê be, ji bo parastina hebûn û rûmeta tevahiya pêkhateyan bê cudahî.
Nûvekirina herî dawî: 05:25:20