Ji Enqereyê bo Ebadî daxwaza Heşdî Şabî

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber qrîza Kerkûkê bo hevdîtinan serdana Tirkiyeyê kir.

25 Cotmeh 2017 - 08:46
25 Cotmeh 2017 - 08:46
 0
Ji Enqereyê bo Ebadî daxwaza Heşdî Şabî

Rojnameya Şerq El-Ewset li ser zimanê hin jêderên dîplomatkar belav kiriye ku: "Berpirsên Tirkiyê wê ji Ebadî bixwazin ku rê nede milîsên Heşda Şeibî derbasî sê deveran bibe."

Di raporekê de rojnameya navhatî dibêje: "Wê Enqera helwesta xwe zelal bike û ji serokwezîrê Iraqê bixwaze ku çekdarên Heşda Şeibî derbasî nav bajarê Kerkûkê, Şingalê û Mexmûrê nebin bi bihaneya ku ewê çekdarên PKK ji wan deveran derxînin."

Berî niha jî serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gotibû: "Zanyarî hene dibêjin ku çekdarên Heşda Şeibî çûne nav Şingal û Mexmûrê, emê lêkolînê li ser vê yekê bikin û heger ew zanyarî rast bin, emê dest bi karekî nû bikin û ti serederiyê li gel Heşda Şeibî nakin."

Ev nûçe bi tevahî 1625 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:48:59