Ji YBŞ'ê referandûma serxwebûnê re piştgirî

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) radigihîne, ku di referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ew piştgirî didin şingaliyan û kurdên êzidî.

30 Tîrmeh 2017 - 10:02
30 Tîrmeh 2017 - 10:02
 0
Ji YBŞ'ê referandûma serxwebûnê re piştgirî

Fermandariya YBŞê Heval Mazlûm ji Rûdawê re ragihand: “Hinek aliyên iraqî xwestin me razîbikin da ku dijitiya referandûma Başûrê Kurdistanê bikin lê em razî nebûn. Ji ber ku em piştgirî didin şingaliyan û kurdên êzidî da ku beşdarî referandûmê bibin.”

YBŞ baskekî leşkerî yê PKKê ye û di dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de li Şingal û derdora wî ji bo kurdên êzidî hatiye avakirin.

Vê hêzê di destpêkê de hemahengiya xwe ya li gel hêzên hikûmeta Iraqê ragihand lê paşî di navbera wan û hêzên Heşda Şeibî de nakokî derketin. YBŞ niha xwe weke hêzeke Kurdistanî binav dike.

Ev nûçe bi tevahî 1546 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:57:55