Kanada pêşwaziya 1200 Kurdên Êzidî dike

Wezîrê Koçûkoçberan ê Kanadayê ragehand ku, welatê wî dê pêşwaziya hezar û 200 penaberên Kurdên Êzidî bike.

22 Sibat 2017 - 04:54
22 Sibat 2017 - 04:54
 0
Kanada pêşwaziya 1200 Kurdên Êzidî dike

Derbarê pêwazîkirina wan penaberan Wezîrê Koçûkoçberan yê Kanadayê Ehmed Hisên di kongiryeke rojnamevanî de wiha got:"Hikumeta me dê hezar û 200 penaberên Kurdên Êzidî ligel malbatên wan li Kanadayê bicih bike."

Hisên da zanîn ku, projeya wan berdewam e û amaje bi wê yekê kir ku, ji wan 400 penaber giheştine Kanadayê .

Ji aliyeke din ve Wezîrê Koçûloçbera yê Kanadayê aşkere kir ew destpêşxerî piştî wê yekê hat ku, didema parlamentoya wî welatî di peyîza sala borî de yaseyek bo pêşwazîkirina penaberan derkir.

Li gor wezîrê Kanadayê bihayê wê destpêxeriyê 28 milyon dolare.

Ev nûçe bi tevahî 1193 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:20:59