Komek rayedarên YNKê: Bila YNKê piştgiriyek xurt bide Barzanî
Komek rêveber û rayedarên YNKê daxwaz ji Polîtburoya YNKê dikin, piştgiriyê bidin pêşniyar û însiyatîfa ku Serok Barzanî bo çareserkirina kirîz û kêşeyên Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye.

Komek endamên rêveberiya YNKê, di nameyekê de ku nusxeyek bo BasNewsê hatiye şandin, piştevaniya xwe bo însiyatîfa Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo çareserkirina kêşeyan anîne ziman û gotine, em hêvî dikin Polîtburoya YNKê bi hemû hêza xwe piştgiriya însiyatîfa Barzanî bike û bo bicîhanîna wê jî xebat bike da ku Herêma Kurdistanê ji vê rewşa xirab û aloz derbas bibe û xelkê Kurdistanê asûde bijîn.
Wan rêveber û rayedarên YNKê behsa peywendiyên PDK û YNKê jî kirine û gotine, bihêzbûna peywendiyên PDK û YNKê gelekî girîng e û em ji Polîtburoya YNKê dixwazin çi asteng li pêşiya geşbûna vê yekê heye, were rakirin.
Tê zanîn Serok Barzanî ji partî û hêzên siyasî xwastibû, li hev bicivin û Serokatiya Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmetê biguherînin.
Nûvekirina herî dawî: 21:49:50