Komîsyona Aştiyê îro 17emîn civîna xwe lidar dixe
Komîsyona Lihevkirina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, ku weke "Komîsyona Aştiyê" tê naskirin, îro 18ê Mijdarê, 17emîn civîna xwe lidar dixe.

Li gorî zanyariyan, dê Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin beşdarî civînê bibin û derbarê pêşhatên herî dawî yên pêvajoyê de zanyariyan pêşkêşî endamên komîsyonê bikin.
Ev cara duyemîn e ku ev sê rayedarên payebilind beşdarî civîna komîsyonê dibin û têkildarî pêvajoyê agahiyan parve dikin.
Mijareke din a sereke ya civînê, gotûbêjkirina pêşniyara serdana şandeke komîsyonê bo Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ye. Ji bo ku ev biryar were wergirtin, pêwîstî bi dengê piraniya endamên komîsyonê heye.
Nûvekirina herî dawî: 13:07:54







































































































































































