Mesrûr Barzanî: Hewlêr berdewam e di sersamkirina cîhanê de

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Mijdarê di posteke li ser hejmara xwe ya platforma "X" de nivîsî: "Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistanê, berdewam e di sersamkirina cîhanê de."

18 Mijdar 2025 - 10:08
18 Mijdar 2025 - 10:08
 0
Mesrûr Barzanî: Hewlêr berdewam e di sersamkirina cîhanê de

Serokwezîr Mesrûr herwiha da zanîn: "Destnîşankirina Hewlêrê weke cihê yekem li Asyayê ku pêwîst e di sala 2026an de were serdan kirin, belgeyek e ji bo mêvanperwerî, germî û dîroka wê ya hezar salî."

Çend roj berê, kovara navdar a cîhanî ya geştiyariyê ‘Condé Nast Traveler’ lîsteya xwe ya baştirîn cihên Asyayê ji bo geşta di sala 2026an de belav kiribû. Di lîsteyê de, Hewlêr weke yek ji cihên geştiyariyê yên herî balkêş ên parzemînê hatibû destnîşankirin.

Kovarê di raporekê de li ser Hewlêrê gotibû: "Ji bo kesên ku li cihên nû û nedîtî digerin, sala 2026an dê bibe sala serdana Hewlêrê."

Di raporê de herwiha hatibû gotin: "Hewlêr, paytexta Kurdistana Iraqê, ku bi Keleha xwe ya 6 hezar salî tê naskirin, dîroka xwe ya dewlemend diparêze û di heman demê de hewl dide ji bo paşerojeke tijî aştî. Ev yek nirxa bilind a dîrokî û çandî ya bajêr nîşan dide."

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:53