Komîsyona Hilbijartinan roja destpêkirina xebatên hilbijartinan diyar kir

Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê roja destpêkirina piropagandeya hilbijartinên parlamentoyê destnîşan kir.

13 Tebax 2018 - 03:19
13 Tebax 2018 - 03:19
 0
Komîsyona Hilbijartinan roja destpêkirina xebatên hilbijartinan diyar kir

Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê do di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihand, piropaganda û xebatên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê şeva 5 meha Îlonê dest pê dikin û sibeha 28 heman mehê jî xilas dibin.

Komîsyonê bang li tevahiya namzed û partiyan jî kiriye, girêdayî wê yekê bibin.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê 30 Îlonê tên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1522 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:17:56