Komîsyonê rêjeya beşdariya hilbijartinan eşkere kir
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdariya di pêvajoya dengdana giştî û taybet a hilbijartinên parlamentoyê de ji sedî 55 derbas kiriye.

Li gorî komîsyonê, bi giştî zêdetirî 12 milyon dengderan dengê xwe daye.
Komîsyonê piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha ji sedî 99,7ê dengên Îraq û Herêma Kurdistanê hatine hejmartin.
Li gorî vê yekê, rêjeya beşdariya di hilbijartinên giştî yên îro de ji sedî 53 derbas kir.
Di dengdana taybet a 9ê Çiriya Paşîn a 2025an de jî ev rêje ji sedî 82,5 bû.
Her wiha hat ragihandin ku rêjeya beşdariya dengderên koçber jî ji sedî 77 bûye.
Komîsyonê eşkere kir ku bi giştî di hilbijartinên giştî û taybet de hejmara beşdaran ji 12 milyonî derbas bûye û rêjeya beşdariyê jî ji sedî 55 derbas kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 12:53:06







































































































































































