Sûriye beşdarî Koalîsyonê bû

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê ragihand ku Sûriye beşdarî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) bû.

12 Mijdar 2025 - 10:54
12 Mijdar 2025 - 10:54
 0
Sûriye beşdarî Koalîsyonê bû

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Ev di dîroka Sûriyeyê û têkoşîna cîhanî ya li dijî terorê de werçerxaneke dîrokî ye.

Sûriye bi awayekî fermî bû 90emîn hevkarê ku beşdarî Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞê bûye."

Hevpeymaniya Navneteweyî ji dema ku sala 2014an bi pêşengiya Amerîkayê hat avakirin ve bi beşdariya gelek welatan li Sûriye û Îraqê operasyonên li dijî DAIŞê pêk anîne, lê hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî fermî tevlî van operasyonan nebûbû.

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:12:26