Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive
Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive û helwesta xwe li ser rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê radigihîne.

Li gorî agahiyên Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq, seet 10:00 ê sibeha îro (Duşemê, 02ê Hezîrana 2025ê) Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî dicive.
Li gorî agahiyên K24ê, mijara sereke ya civîna Komîteya Navendî ya PDKê dê gengeşekirina biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo rawestandina mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê be.
Ev civîn di demekê de tê lidarxistin ku, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li roja Pêncşema borî (29ê Gulana 2025ê) li beranberî wê biryarê ragihand, "Em raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê haydar dikin ku hikûmeta federal li ser binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê berdewam e, binpêkirina herî dawî jî nivîsara duhî ya Wezareta Darayî ye, ku li dijî destûr û bingehên peymana pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina qûtê xelkî ye."
Mekteba Siyasî ya PDKê amaje jî dabû, "Em dê vê mijarê di civîna bê ya Komîteya Navendî ya partiya xwe de li roja 2ê Hezîrana 2025ê gengeşe bikin û biryarekê li ser bidin, û eger heta berî cejna pîroz a Qurbanê mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê neyên şandin, em dê helwestek cidî rabigihînin."
Piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî li roja Çarşema borî (28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:19