Kurdên Êzidî Cejna Çileya Zivistanê pîroz dikin

Kurdên Êzidî roja 2ê Sibatê Cejna Çileya Zivistanê pîroz dikin, ev jî piştî ku Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan û kesayetiyên olî çil rojî rojî girtin, ku jê re dibêjin “Çilegir”

2 Sibat 2017 - 07:29
2 Sibat 2017 - 07:29
 0
Kurdên Êzidî Cejna Çileya Zivistanê pîroz dikin

Kurdên Êzidî roja 2ê Sibatê Cejna Çileya Zivistanê pîroz dikin, ev jî piştî ku Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan û kesayetiyên olî çil rojî rojî girtin, ku jê re dibêjin “Çilegir”

Ji sê salan ve û ji ber karesata Şingalê û êrîşa DAIŞê li ser navçeyên Êzidiyan û koçberbûnê, Cejna Çileya Zivistanê birêve nediçû.

Berê tevahiya rêwresmên Cejna Çileya Zivistanê li parastgeha Lalişê birêve diçû û Encûmena Rûhanî ya Êzidî û kesayetiyên olî êvara roja cejnê semayeke olî lidar xist.

Di Çileya Havînê de jî, cejneke hevşêwe ya Êzidiyan heye.

Kesayetên olî yên Êzidî di vê rojê de daxwaz dikin Şingal bibe parêzgehek û bi ser Herêma Kurdistanê ve be.

Ev nûçe bi tevahî 1746 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:02:58