Li Agiriyê di bûyereke trafîkê de 13 kes birîndar bûn

Li navçeya Zêdkan ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê otobûseke rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de 13 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku birînên herdû şofêran giran in.

27 Hezîran 2023 - 04:01
27 Hezîran 2023 - 04:01
 0
Li Agiriyê di bûyereke trafîkê de 13 kes birîndar bûn

Bûyer êvara roja Dûşemê 26ê Hezîranê li ser rêya navbera Agirî û Erzeromê çêbû.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, otobûsa rêwiyan ji paş ve li barhilgirekê da û di bûyerê de 13 kes birîndar bûn. Tê gotin ku birînên herdû şofêran giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, cendirme û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustî ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agirî û Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkan hatin veguhestin

Ev nûçe bi tevahî 717 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:35:15