Li Agiriyê leşkerekî Tirkiyê mirî hat dîtin

Li navçeya Patnosê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, çawişekî pispor ê artêşa Tirkiyê mirî hat dîtin.

27 Tîrmeh 2023 - 02:55
27 Tîrmeh 2023 - 02:55
 0
Li Agiriyê leşkerekî Tirkiyê mirî hat dîtin

Li Patnosê çawişê pispor E. Terzi yê 27 salî, berî 4 rojan wenda bûbû û xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.

Di encama xebatên hezên cendirmeyan de E. Terzi duh li nêzîk Bendava Ptanosê mirî hat dîtin.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê termê çawîşê pispor birin Saziya Pizîşkiya Dadî ya Erzeromê.

Saziyên dewletê derbarê mirina çawîşê pispor de ti daxuyanî nedan.

Hat zanîn ku aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 778 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:33:09