Li Stenbolê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin desteserkirin

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, li Stenbolê bi hinceta “endamên PKKyê” ne 2 kes hatin desteserkirin.

27 Tîrmeh 2023 - 02:59
27 Tîrmeh 2023 - 02:59
 0
Li Stenbolê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin desteserkirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê tîmên Şaxa Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê, li navçeya Başakşehirê ya Stenbolê operasyonek kir û bi hinceta “endamên PKKyê” ne 2 kes desteser kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin navê kesên hatine desteserkirin Fatma Mûsa û Welat Jamo ne.

Kesên hatin desteserkirin bo Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê hatin birin û derbarê wan de karên yasayî hatin destpêkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dibêje, ew du kes bi “armanca çalakiyan çûne Stenbolê”.

Ev nûçe bi tevahî 1299 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:44:42