Li Agiriyê qezayeke mezin: Agir bi 3 otomobîlan ketiye

Li navçeya Tûtax a Agiriyê qezayeke mezin, Agir bi 3 otomobîlan keti

7 Mijdar 2022 - 09:34
7 Mijdar 2022 - 09:34
 0
Li Agiriyê qezayeke mezin: Agir bi 3 otomobîlan ketiye

Li navçeya Tûtax a Agiriyê otobusa rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn, û di encam de agir bi otomobîlan ket, di bûyerê de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Li navçeya Tûtax a ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn û di encamê de agir bi wesayîtan ket, di bûyerê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Hejmarek zêde ambulans û tîmên agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatine şandin û li cihê bûyerê agirekî mezin heye û dûkel bilind dibe.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, di bûyera navçeya Tûtax a Agiriyê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 11 kes birîndar bûne, ku ji wan rewşa 2 kesan giran e.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî di twîtekê de ragihandiye, Serdozgeriya Komarê ya Tûtaxê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 685 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:03:05