Serokê Giştî yê PAKê peyameke pîrozbahîyê ji Serok Mesûd Barzanî ra şand

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistan'ê (PAK) Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Serok Mesûd Barzanî ra şand

7 Mijdar 2022 - 08:25
7 Mijdar 2022 - 08:25
 0
Serokê Giştî yê PAKê peyameke pîrozbahîyê ji Serok Mesûd Barzanî ra şand

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistan'ê (PAK) Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de ev gotin rêzkirin:

Rêzdar Mesûd Barzanî

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK)

Serokê Rêzdar

14'emîn kongreya PDKyê bi awayekî serkeftî bidawî hat.

Em di wê bawerîyê da ne ku, encamên kongreya 14emîn a PDKyê, ji bo hemû rêveber û endamên PDKyê jî, ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî , di berdewamîya xebat û têkoîşîna hemû şehîd û kedkarên doza azadîya Kurdistanê da, dê bibe destpêkeke nû.

Herweha, em di wê bawerîyê da ne ku, ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê, li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi rêyên aştîyane, sîyasî û bi dîyalogan bêne çareser kirin jî, encamên kongreya 14emîn a PDKyê dê roleke girîng, çêker û neteweyî bilihîze.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me PAKê, ji ber careke din wek Serokê PDKyê hilbijartina cenabê we, bi rêzdarî cenabê we pîroz dikim. Cîhgirên Serokê PDKyê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û Rêzdar Mesrûr Barzanî û Komîteya Navendî ya nû ya PDKyê pîroz dikim. Serkeftinê ji cenabê we û ji hemû rêvebir û endamên PDKyê ra dixwazim.

Li gel rêzên xwe

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Ev nûçe bi tevahî 635 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:42:10