Li Amedê li qexwexaneyê êrişa çekdarî

Li navçeya Bismil a Amedê qehwehaneyekê êrişa çekdarî hate kirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku êriş ji ber şerê di navbera di malbatan rû daye.

11 Sibat 2017 - 17:43
11 Sibat 2017 - 17:43
 0
Li Amedê li qexwexaneyê êrişa çekdarî

Li gorî îdiayan kesê bi navê H.A girtiye ser qehwexaneya Horozcular ya li taxa Akpinarê û derî li ser xwe û kesên li qehwexaneyê girtiye û gule reşandiye ser xizmên xwe.

Di encamê de kesên bi navê Feyzî Sarimsi (55), Faruk Deger (50) û Necat Sarimsi (73) bi awayekî birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

Feyzi Sarimsi li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Herdu birîndarên din bo dermankirin rakirin nexweşxaneyên li Amedê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1589 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:56:57