Wezîrê Brîtanyayê li Kürdistanê ye

Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Michael Fallon gihişte Hewlêrê.

11 Sibat 2017 - 17:58
11 Sibat 2017 - 17:58
 0
Wezîrê Brîtanyayê li Kürdistanê ye

Firokeya leşkerî ya ku Michael Fallon û heyeta wî anî, di derdora saet 20:30î de dakete Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Wisa tê payîn ku Michael Fallon bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re werin ba hev.

Li gor pêşbîniyan, di hevdîtinê de li ser mijarên têkoşîna li dijî DAIŞê, operasyona Mûsilê û piştgiriya hêzên hevpeymaniyê dê were axaftin.

Brîtanya di çarçoveya hêzên hevpeymaniya li dijî DAIŞê de li Sûriyê û Iraqê roleke çalak girtiye ser milên xwe. Li Hewlêrê 80 leşkerên Îngilîz hene. Ev leşker perwede didin Hêzên Pêşmergeyan û alîkariyên ku tên koordîne dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1133 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:28:38