Li Amedê 2 bira ligel 3 zarokên xwe bi hinceta PKKyê hatin destserkirin

Li navçeya Çinarê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi ser malên 2 birayan de girtin.

5 Îlon 2023 - 13:26
5 Îlon 2023 - 13:26
 0
Li Amedê 2 bira ligel 3 zarokên xwe bi hinceta PKKyê hatin destserkirin

Di serdegirtina malan de 2 bira ligel 3 zarokên wan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezoptamyayê, li taxa Selmanê ya girêdayî navçeya Çinarê, hêzên ewlehiyê di operasyonekê de bi ser malên 2 birayên bi navên Ramazan û Davut Datumanî de girtine.

Di girtina ser malan de her du bira ligel 3 zarokên wan ên bi navên Fatîme, Rewşen û Davut Datumanî hatine destserkirin.

Di çarçoveya lêkolîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye destpêkirin de, her 5 kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Li gor zanyariyan dema hêzên ewlehiyê Ramazan Datumanî û kurê wî Davut Datumanî destserkirine, şkence li wan kiriye.

Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê dosyeyê de biryara nihêbûnê daye.

Ev nûçe bi tevahî 747 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:05:52