Li Amedê bûyera trafîkê: 6 birîndar

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 2ê Sibata 2023ê du otombîlan li hev dan û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

3 Sibat 2023 - 03:55
3 Sibat 2023 - 03:55
 0
Li Amedê bûyera trafîkê: 6 birîndar

Li ser Kolana Ayşenur Zarakoglu ya navçeya navendî ya Kayapinarê, doh bi şev du otombîlan li hev dan. Di encama bûyerê de 6 kesên di her du otombîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Amedê hatin veguhestin.

Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e û metirsiya wan a canî nîne.

Ev nûçe bi tevahî 618 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:43:36