Li Amedê karkerê ku di bin latan de ma canê xwe ji dest da

Li navçeya Licê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro karkerek tevî makîneya kar di bin latan de ma û wî canê xwe ji dest da.

1 Tebax 2023 - 14:06
1 Tebax 2023 - 14:06
 0
Li Amedê karkerê ku di bin latan de ma canê xwe ji dest da

Li navçeya Licê li nêzîkî Çemê Sarimê, dema Umut D. bi makîneya kar ji bo vekirina rê zinar dişkandin ji çiya lat bi ser de hilweşiyan û di bin latan de ma.

Umut D. yê ku tevî makîneya kar di bin latan de ma canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, hêzên emnî û tîmên parastina şaristaniyê yên Şaredariya Licê çûn cihê bûyerê.

Piştî xebatên demdirêj tîman termê Umut D. ji bin latan derxist û veguhest nexweşxaneyê.

Ev nûçe bi tevahî 944 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:29:36