Li Amedê minibusek qulibî: Gelek birîndar hene

Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, minibusek qulibî û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

24 Tîrmeh 2023 - 02:50
24 Tîrmeh 2023 - 02:50
 0
Li Amedê minibusek qulibî: Gelek birîndar hene

Li nêzîkê gundê Korxayê yê Licê yê li ser rêya Amed-Çewligê, duh Yekşemê ji ber sedemeke nediyar minibusek qulibî û 10 kesên tê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

10 kesên ku birîndar bibûn ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo nexweşxaneyên cuda yên Amedê hatin veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 588 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:31:23