Li Amedê Roja Ala Kurdistanê: Berdevkê CNKê hat desteserkirin

Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş, piştî çalakiya ji bo pîrozbahiya Roja Ala Kurdistanê li Amedê, hat desteserkirin.

17 Berfanbar 2022 - 12:58
17 Berfanbar 2022 - 12:58
 0
Li Amedê Roja Ala Kurdistanê: Berdevkê CNKê hat desteserkirin

Bi boneya 17ê Kanûnê Roja Alaya Kurdistanê li gelek bajarên ku Kurd lê dijîn û bi taybet li Herêma Kurdistanê şahî û çalakî tên lidarxistin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê îro li Qada Şêx Seîd a Amedê bi boneya Roja Ala Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.

Endamên CNKê Ala Kurdistanê bi balonan daliqandin û li ser Amedê firandin. Her wiha Ala Kurdistanê li gelek avahiyan hat daliqandin.

Piştî çalakiyê polîsan Berdevka CNKê Jiyan Timurtaş û Endamê CNKê Şêrzan Kiliçaslan li Xana Hasan Paşa ya Navçeya Sûrê ya Amedê desteser kirin.

Hat zanîn ku sedema desteserkirina Timurtaş û Kiliçaslan çalakiya îro li Amedê ya ji bo 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê bûye.

Ev nûçe bi tevahî 716 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:21:01