Li Çewlîgê erd hejiya

Li navçeya Korxolê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 3.9 pileyan çêbû.

25 Îlon 2023 - 03:55
25 Îlon 2023 - 03:55
 0
Li Çewlîgê erd hejiya

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Korxolê ya Çewlîgê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Korxolê ya Çewlîgê di demjimêr 23:18an de çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 3.9 pile bûye.

AFADê herwiha destnîşan kir ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandîlliyê jî ragihand ku hêza erdhejê 4.0 e û kûrahiya wê jî 5 kîlometre ne.

Ev nûçe bi tevahî 770 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:49:32