Li Çewlîgê qeza: 10 birîndar

Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, îro mînîbusa karkeran û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

22 Gulan 2024 - 14:31
22 Gulan 2024 - 14:31
 0
Li Çewlîgê qeza: 10 birîndar

Li çarrêya balafirgehê ya Çewlîgê, îro demjimêrên sibehê mînîbusa karkeran û otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezaya trafîkê de 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya birîndaran bi giştî baş e û metirsiya wan a canî nîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 1205 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:08