Li Çewlîgê qeza: 3 kes mirin, 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Korxolê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê kamyonetek ji kendal ket newalê, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan kamyoneta ku F.D. diajot li ser rêya Korxol û Depê qeza kir.
Kamyonet li nêzikî gundê Xuwekê ji kontrolê derket û qulibî newalê.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li goriya agahiya şofêr F.D. û 2 kesên din ên di nav kamyonetê de li cihê qezayê mirin.
Tîmên tenduristiyê kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.
Nûvekirina herî dawî: 21:51:18