Li Çiyayê Qereçûxê şer di navbera DAIŞ û artêşa Iraqê de derket

Fermandarê hêzên xwebexş ên li Çiyayê Qereçûxê ragihand ku li sînorê navçeya Sergeran bombek otomobileke bi zirx a artêşa Iraqê de teqiyaye û di navbera çekdarên DAIŞê û artêşa Iraqê de şer derketiye.

22 Berfanbar 2022 - 02:34
22 Berfanbar 2022 - 02:34
 0
Li Çiyayê Qereçûxê şer di navbera DAIŞ û artêşa Iraqê de derket

Fermandarê hêzên xwebexş li sînorê Çiyayê Qereçoxê Xazî Feysel îro Çarşemê 21ê Berfanbara 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Li rojhilatê Çiyayê Qereçûxê di demjimêr 21:00an de çend bombe di hummereke Lîwaya 51 a Firqeya 14 a artêşa Iraqê de teqiyan û di navbera artêş û çekdarên DAIŞê de şer derket.”

Fermandarê hêzên xwebexş li sînorê Çiyayê Qereçoxê Xazî Feysel anî ziman, “Pevçûn li nahyeya Sergeranê qewimî û bombe li ber gundê Mihêdî bi artêşa Iraqê de teqiyan.”

Ev nûçe bi tevahî 533 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:46