Li Dêrsimê agir bi malekê ket: 2 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.

5 Tîrmeh 2023 - 02:47
5 Tîrmeh 2023 - 02:47
 0
Li Dêrsimê agir bi malekê ket: 2 kes birîndar bûn

Li gorî nûçeya ku Rudaw'ê de cih girtiye, di demjimêrên şeva Sêşemê 4ê Hezîrana 2023an li gundê Halvorî yê girêdayî Dêrsimê ji ber sedemek nediyar agir bi malekê ketiye û di agir de 2 xortên 15 û 16 salî yên bi navên Ardil Kaan B. û Yoldaş A. birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û agir vemirandin. Tîmên tendirustî jî birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hat ragihandin din beşek ji laşê birîndaran sotiye û bi giştî rewşa wan a tendirustî baş e.

Derbarê bûyera agir de jî lêkolîn hatin destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 722 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:37